Li Efrînê teqîn.. Qurbanî hene

Li Efrînê teqînekê rû da û li gor zanyriyên destpêkê, qurbanî hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê teqînekê rû da û li gor zanyriyên destpêkê, qurbanî hene.

Çalakvanên ji Efrînê ji K24ê re dan zanîn, îşev demjimêr 20: 30 teqînek li nava Efrînê li ser riya Raco li nêzîkî dibistana Rêfiyê rû da.

Li gor zanyriyên destpêkê, teqîn ji encama mînekê bûye û di nava bermîleke çopê hatibû danîn.

Li gor çalakvanên Efrînê, ta niha 2 kesan cane xwe jidest dane û 18 welatî birîndar bûne. Piraniya qurbaniyan ji koçberên Xûtayê ne.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve di 18 Adarê de, car caran teqîn li nava bajarê Efrîn rû didin.