Çekdarên li Efrînê li parêzerekî Kurd û malbata wî didin

Grûpeke çekdar li navçeya Mabeta ya Efrînê davêjên ser mala Cîgirê Serokê Encûmena Xwecihî ya Sivîl a Mabeta Parêzer Dawod Omer û wî û hevjîna wî û xwişka wî eşkence didin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpeke çekdar li navçeya Mabeta ya Efrînê davêjên ser mala Cîgirê Serokê Encûmena Xwecihî ya Sivîl a Mabeta Parêzer Dawod Omer û wî û hevjîna wî û xwişka wî eşkence didin.

Jêderekî ji navçeya Mabeta ji K24ê re ragihand, grûpeke çekdar nenaskirî pêr bi şevê xwe avêtin mala Cîgirê Serokê Encûmena Xwecihî ya Mabeta Parêzer Dawod Omer û li wî, hevîjîna wî Emîne Hec Hemo û xwişka wî Sultanê Omer dan û birîndar kirin.

Bajarokê Mabeta 15 K.M li rojavayê Efrînê ye û piraniya xelkê wê Kurdên Elewî ne, loma jî gelek binpêkirinên mirovî di derheqê wan de ji aliyê çekdarên opozîsyona Sûriyê ve tên kirin.

Roja 26 Tîrmeha bûrî jî çekdarên Cebhe el-Şamiyê endamê Encûmena Xwecihî ya Sivîl a Mabeta Arif Mihemd Elî û kurê wî Ciwan girtibûn û eşkence dabûn. 

  

S. B