Çekdarên li Efrînê 25 welatiyan eşkence didin û direvînin
Binpêkirinên grûpên çekdar ên li Efrînê berdewam e û ji duhî ve herî kêm 25 welatiyên Kurd ên Efrînê eşkence didin û direvînin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Binpêkirinên grûpên çekdar ên li Efrînê berdewam e û ji duhî ve herî kêm 25 welatiyên Kurd ên Efrînê eşkence didin û direvînin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, duh çekdarên Feyleq el-Şam avêtin ser gundê Birc Heyderê yê ser bi navçeya Şêrewa ve û 19 welatî revandin.
Wê rêxistinê navên kesên girtî belav kir, ku navên wan wiha ne: Bekrî Reşîd Hesen 60 salî, Îsa Mihemed Gulexeyrî 21 salî, Mihemed Mihmûd Gulexeyrî 57 salî, Nebo Mehmûd Gulexeyrî 33 salî, Ehmend Mihemed Gulexeyrî 28 salî, Kemal Xelîl Hesen 20 salî, Xiyas Xelîl Silêman 32 salî, Mihemed Hemo Silêman 33 salî, Arif Ebûd Silêman 47 salî, Omer Ebûd Silêman 44 salî, Silêman Ebûd Silêman 40 salî, Ehmend Mehmûd Gulexeyrî 43 salî, Xelîl Nebo Gulexeyrî 46 salî, Mistefa Îbrahîm Gulexeyrî 54 salî, Silêman Mihemed Gulexeyrî 60 salî, Elî Mistefa Hesen 45 salî, Silêman Ehmed Silêman 20 salî, Mihemed Murad Gulexeyrî 30 salî, Ehmed Mistefa Reşîd 56 salî.
Amaje bi wê jî kir, li nêzîkî gundê Kefer Nebo ya heman navçeyê, di du rojên bûrî de 2 otombîlên ser bi grûpa Feyleq el-Şamê ji encama teqîna bombeyeke vedayî de teqiyan, di encamê 4 çekdarên wê grûpê hatin canê xwe jidest dan û 13 çekdar jî birîndar bûn.
Her di du rojên bûrî de sînorê gund kefer Nebo ji aliyê hêzên ser rêjîma Sûriyê ve hatibûn topbarankirin, lê ti ziyanên canî jê derneketin.
Wê rêxistinê aşkere kir jî, bi bihaneya ku şanên nivistî yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li wî gundî hene, çekdaran qedexekirina çûnûhatin li gundiyan sepandiye.
Ji aliyekî din ve, rêxistina Mafên mirovan li Efrînê belav kir, li gundê Endarê yê 5 K.M li başûrê Efrînê çekdarên grûpa el-Hemzat li 6 welatiyan dan û piştre ber bi cihekî nediyar ve revandin.
Navên wan jî wiha ne: Reşîd Xalid 23 salî, Şiyar Elî 25 salî, Dilo Reşîd 20 salî, Nicim Elî 35 salî, Ehmed Reşîd 22 salî, Xalid Elî Omer 50 salî.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve, ta niha bi hezaran welatiyên Kurd bi bihaneyên cuda û ji bo standina pereyan ji wan, têne revandin û eşkencedan.
Berî demekê Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty) di raporteke xwe de ragihand, Tirkiye li Efrînê hêzeke dagîrker e û ew di ber parastina jiyana welatiyan berpirsyar e û divê pabendî yasayên navdewletî bibe û rê li ber binpêkirinên mirovî yên ji aliyê grûpên çekdar ve têne kirin bigire.
S. B