Aliyên Şîe hewl didin bajarokekî Kurdistanî bibirin

Aliyên Şîe yên di nava Encûmena Parêzgeha Diyala de hewl didin nahiya Qeretepe bikine qeza û ji Xaneqînê bibirin û ser bi ser bi Diyala ve bixin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Aliyên Şîe yên di nava Encûmena Parêzgeha Diyala de hewl didin nahiya Qeretepe bikine qeza û ji Xaneqînê bibirin û ser bi ser bi Diyala ve bixin.

Serokê Encûmena Nahiya Qeretepe Rehîm Ezîz ji K24ê re ragihand, aliyê Şîe di Encûmena Parêzgeha Diyala de hewl didin nahiya Qeretepe ji Xaneqînê bibirin û ser bi ser bi Diyala ve bixin û ev yek armanceke siyasî li pişt wê heye.

Rehîm Ezîz diyar kir, Nahiya Qeretepe ser bi Xaneqînê ve ye û diyar e ew alî dixwazin Xaneqînê jî ji Kurdistanê bibirin. Me berê wek Encûmena Qeretepe biryar da ku Qeretepe wek berê vegere bi ser parêzgeha Kerkûkê ve bibe.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an û nemana Pêşmerge û desthilata Kurd li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, aliyên Şîe dixwazin nexşeya siyasî ya wan navçeyan biguhêrin, di demekê de destûra Iraqê rê nade ku ew kar were kirin.

Di destûra Iraqê de hatiye, ta pirsgirêka navçeyên cihê nakokiyê ne neyin çareserkirin, nabe guhartin di nexşeyê de were kirin.

Parlemanterê berê yê Parlemantoya Iraqê Hesen Cîhan got, pêştir hewlek hebû ku Celawla jî bikin qeza û ji Xaneqînê bê birîn, lê ew hewl têk çû.

Nahiya Qeretepe ji bingeha xwe ve ser bi qezaya Kefrî ve bû û Kefrî jî ser bi bi Parêzgeha Kerkûkê ve bû, di serdema Sedam Husên de û ji ber rêjeya mezin a Kurd ji Kerkûkê hate birîn û ser bi Parêzgeha Diyala ve hate xistin. Piştî bûyerên 16ê Cotmehê jî bi sedan malbatên Kurd ji wê navçeyê koçber bûne.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment