PDK: Posta Serokomar ji pişkê me ye

Îro Encûmena Serkirdatiya PDKê bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî civiya. Peyvdarê PDKê jî ragihand: “Em rijd in li ser wergirtina posta Serokomartiya Iraqê.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro Encûmena Serkirdatiya PDKê bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî civiya. Peyvdarê PDKê jî ragihand: “Em rijd in li ser wergirtina posta Serokomartiya Iraqê.”

Piştî civînê, Peyvdarê PDKê Mehmûd Ehmed di konferanseke rojnamevanî de ragihand, posta Serokomarê Iraqê bi ya xelkê Kurdistanê dizanin. Me bi aliyên Şîe û Sune re ew yek yekalî kiriye. Wek çawa Serokê Hikûmetê ya Şîeyan e û posta Serokê Parlemantoyê yê Suneyan e, posta Serokomar jî ya xelkê Kurdistanê.

Got jî: “Li Kurdistanê jî, heger bi çi rênimayê be posta Serokomar a PDKê ye. Heger bi kursiyan be, kursiyên me ji yên hemûyan zêdetir in, heger destkeft be jî ew pişkê me ye, ji ber wê em vê care rijd in ku ev post ji PDKê re be.”

Herwiha got: “Berbijêrên me ji bo posta Serokomar jî gelek in, çi ji nava Polîtburoyê be, çi ji nava Serkirdatiyê be û çi ji nava xelkekî din be.”

Posta Serokomarê Iraqê di xulên berê de, ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re bû, vê carê jî PDK daxwaza wergirtina wê postê dike.

 

S. B