Serok Barzanî spasiya helwesta dostane ya Rûsya û Serok Putin dike
Serok Mesûd Barzanî spasiya helwesta dostane ya Rûsya û Serok Putin li hember gelê Kurdistanê dike û pêwendiyên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Rûsyayê bi dîrokî û dostane da zanîn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî spasiya helwesta dostane ya Rûsya û Serok Putin li hember gelê Kurdistanê dike û pêwendiyên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Rûsyayê bi dîrokî û dostane da zanîn.
Malpera Serok Mesûd Barzanî beêav kir, roja pênçşem 30.08.2018 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Pavel Sorokîn Cîgirê Wezîrê Uze(enerji)ya Rûsyaya Federal û şanda li gel kir.
Di hevdîtinê de Cîgirê Wezîrê Uzeya Rûsya ji bilî balkişandina li ser wan tehdîdên ku gelê Kurdistanê derbas kiriye xweşhaliya xwe bi Serok Barzanî gihand ku Herêma Kurdistanê ji bilî wan giriftan li pêşketina berdewamdaye û eve jî xisterû ku Herêma Kurdistanê ji bo Rûsya girîngiyeke xwe ya taybet heye û paşarojeke geş li benda Herêma Kurdistanê ye. Daxwaz jî kir peywendiyên di navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê li warên neft û uze û teknelojiya nû û warên din de jî berfirehtir bibe.
Li beranber de Serok Barzanî spasî helwesta dostaneya Rûsya û Serok Putin kir li beranber gelê Kurdistanê û peywendiyên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Rûsya bi dîrokî û dostane da zanîn û tekez jî li wê yekê kir ku li hemû waran da piştevaniyê li pêşxistin û berev pêşveçûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê dike.
S. B