Mualim ji K24 re: Nizanin mafên Kurdan çi dibin?

Wezîrê derve yê Suriyê Welîd elMu'elim di bersiva pirseke nûçegihanê Kurdistan 24 got, ku Kurd pêkhateyek giring a Sûriyê ye û welatiyên Sûriyê ne. Ew nikarin di dema niha de bibêjin ku, mafên Kurdan di Destûrê de çi dibin?

K-24 Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Suriyê Welîd elMu'elim di bersiva pirseke nûçegihanê Kurdistan 24  got, ku Kurd pêkhateyek giring a Sûriyê ye û welatiyên Sûriyê ne. Ew nikarin di dema niha de bibêjin ku, mafên  Kurdan di Destûrê de çi dibin. Herwiha şêweyê dewletê niha nayê naskirin û dê ev yek di navbeyna aliyan de were gotûbêjkirin û piştre, dê di rapirsiyekêde ji bo miletê Sûriyê were pêşkêşkirin.

Herwiha Wezîrê derve yê Suriyê Welîd elMu'elim di kongreyê rojnamevanî yê hevbeş de got, ligel hevkarê xwe yê giring Rûsya karîn e şerê terorê bikin, û nêzîk e tevayiya ax a Suriyê vegere bin kontrola Şamê.

Çalakiyên diplomasî yên Rûsya ligel Iran, Tirkiye domdartir bûn e û tê pan ku pirsa Idlibê di navbeyna van aliyan de babetek germ a rojevê ye. heman demê tê diyarkirin ku, amadekariyên Suriye bi hevkariya Rûsya û Îranê ji bo kontrolkirina Idlibê di ast a dawî de ne. Tirkiye ku garantorê kêmkirina şer li devera Idlibê ye, herçend dixwaze Operasyon pêk neyê jî, her wê dewletên din - Rûsya, Îran û Suriye di planên xwe de berdewam in.

 

 

C.B