Rûsya agahiyên nû li ser Idlibê belav dike
Hikûmeta Rûsya hin zanyarî derbarê rewşa dawî ya Idlibê radestî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dike.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Hikûmeta Rûsya hin zanyarî derbarê rewşa dawî ya Idlibê radestî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dike.
Berpirsekî Rûsî ragihand, ku wan hin zanyarî derbarê çekên kîmawî û bikaranîna wan çekan ji aliyê girûpên çekdar ve û rewşa Idlibê radestî Rêvebirê giştî yê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî kiriye.
Di vê derbarê de, balyozê hertim ê Rûsya di rêxistina navhatî de, Alexander Sholgin daxwaz kir, ku ev mijar bi cidî bê wergirtin.
Alexander Sholgin diyar kir, ku di demeke nêzîk de, wê şanda Rûsya civînekê li gel hin nûnerên welatên endam di heman rêxistinê de encam bide û têde behsa egera encamdana êrîşeke kîmawî bikin, ku bi gotina Rûsya: Girûpên çekdar li Idlibê bi hevkariya dezgeha hewlagiriya Birîtanya, amadekariya wê êrîşê dikin û dixwazin piştî encamdana wê, hêzên Hikûmeta Sûryê tometbar bikin.
N.O