Şehab: Şanda PDK û YNK wê li gel hemû aliyên Iraqî bicive
Şehab: Şanda hevbeş a PDK û YNK ji polîtbîroyên herdu aliyan pêk tê û sibe wê serdana Bexdayê bike, kîjan aliyê Iraqî daxwazên Kurdan bicî bike, wê Kurd li gel wî alî bin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Endamê serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (Dilşad Şehab) ragihand, ku ew şanda hevbeş a PDK û YNK ji bo Bexdayê, wê li gel tevahiya aliyên siyasî yên Iraqî bicive.
Biryar e sibe şanda PDK û YNK, bi mebesta encamdana gotûbêjan li gel aliyên Iraqî, serdana Bexdayê bike.
Dilşad Şehab got: Heya niha aliyê Kurdî xwe li gel ti bereyeke Iraqî yekalî nekiriye û li ser bingeha ecindeyên xwe danûstendinan li gel aliyan dike.
Şehab zelal kir, ku şanda hevbeş a PDK û YNK ji polîtbîroyên herdu aliyan pêk tê û bigotina wî, kîjan aliyê Iraqî daxwazên Kurdan bicî bike, wê Kurd li gel wî alî bin.
N.O