Li Batmanê PKK û Artêşê şer kirin

Li bajarokê Hezo yê ser bi parêzgeha Batmanê li Bakurê Kurdistanê, gerîlayên PKKê û Artêşa Tirkiyê şer kirin û di encamê de, gerîlayek û 2 serbaz hatin kuştin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Li bajarokê Hezo yê ser bi parêzgeha Batmanê li Bakurê Kurdistanê, gerîlayên PKKê û Artêşa Tirkiyê şer kirin û di encamê de, gerîlayek û 2 serbaz hatin kuştin.

Hat zanîn li gundê Kumlu Pinar ê ser bi bajarokê Hezo ve, Artêşa Tirkiyê li ser agahiyeke hewalgirî, li dijî gerîlayên PKKê, dest bi operasyonekê kir û di navbera wan de şer qewimî.

Hin jêderên xwecihî ragihandin, ku li gundewarê Batmanê, operasyona li dijî PKK berdewam e.

N.O