Li Amsterdam êrîşa bi kêrê – 2 brîndar
Ligor agahdariyên Polîsê Amsterdamê kesekî bi kêrê êrîş kiriye ser çendîn mirovan, çavkaniyên ji nexweşxaneyê diyar dikin ku, 2 kes hatine brîndar kirin. Birînên brîndaran sivik in
K24 – Navenda Nûçeyan
Ligor agahdariyên Polîsê Amsterdamê kesekî bi kêrê êrîş kiriye ser çendîn mirovan, çavkaniyên ji nexweşxaneyê diyar dikin ku, 2 kes hatine brîndar kirin. Birînên brîndaran sivik in.
Êrîşa li paytexta Hollanda Amsterdamê li westgeha navendî ya bajêr rû da ye û ligor şahidxalan êrîş piştî devjeniyê di navbeyna çend kesan de pêkhatiye.
Polisê Amsterdamê, heta niha sedema êrîşê eşkere nekiriye. Kesê êrîşker jî piştî destwerdan a Polis brîndar bûye, li nexweşxaneyê ye û binçav e.
C.B