Zerîf: Tirkiye û Ewropa jî nas kirin ku Amerîka ne cê baweriyê ye

Zerîf: Hevpeymanên Amerîka, ji Tirkiyê û welatên Ewropa jî, gihiştine wê baweriyê, ku rêveberiya Amerîkî hevpareke ne cihê baweriyê ye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Wezîrê derve yê Îran (Mihemed Cewad Zerîf) serdana Tirkiyê kir û piştî civîna wî li gel berpirsên pilebilind ên wî welatî ji ajansa fermî ya Îranê (Îrna) re ragihand, ku Amrîka bi riya sepandina fişaran, ji bo bidestxistina destkeftan, sînoran nas nake û got: Heya bi hevpeymanên wê jî, ji fişarên rêveberiya Amerîkî parastî neman.

Zerîf diyar kir, ku hevpeymanên Amerîka, ji Tirkiyê û welatên Ewropa jî, gihiştine wê baweriyê, ku rêveberiya Amerîkî hevpareke ne cihê baweriyê ye.

Herwiha got: Heger Amerîka karibe ji bo demeke kurt, fişaran li ser hejmarek welat bisepîne, wê di encama wan fişaran de, pêwendiyên wan welatan bihêz bihêz bibin.

N.O