Tirkiye “Eniya el-Nusrayê” wek rêxistina terorê binav dike
Bi amadekariyên destpêkirina operasyoneke leşkerî li ser Idlibê ji aliyê artêşa Sûriyê re, Serokomariya Tirkiyê grûpa Desteya Tehrîr el-Şamê “Eniya el-Nusra ya berê” wek rêxistineke terorî binav dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi amadekariyên destpêkirina operasyoneke leşkerî li ser Idlibê ji aliyê artêşa Sûriyê re, Serokomariya Tirkiyê grûpa Desteya Tehrîr el-Şamê “Eniya el-Nusra ya berê” wek rêxistineke terorî binav dike.
Xistina Desteya Tehrîr el-Şamê di lîsta terorê de ji aliyê serokomariya Tirkiyê ve di demekê hat, artêşa Sûriyê amadekariya destpêkirina operasyoneke leşkerî li dijî Idlibê dike, Tirkiye jî hewl dide wê operasyonê rawestîne.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje Mewlud Çawîşoglu duhî got, li Îdlibê 3 mîlyon û nîv sivîl hene û eger êriş bê kirin, dê kareseteke mezin rû bide. Da xuyakirin jî , bo astengkirina karesateke weha ew bi Rûsya û Îranê re di nav pêwendiyê de ne.
Tevî ku berê Wezareta Derve ya Tirkiyê berê gotibû ku Tirkiye û DAIŞ û Eniya el-Nusrayê wek du rêxistinên terorê dibîne, lê hin raportên herêmî û navdewletî amaje bi wê dikirin, ku Tirkiye bi awayekî ne rasterast piştgîriya Nusrayê dike, bi taybet li Idlibê.
Desteya Tehrîr el-Şam berê bi navê wê “Eniya el-Nusrayê” bû û wek baskê Qaide li Sûriyê tê naskirin û li parêzgeha Idlibê bicih dibe.
Demek e artêşa Sûriyê hêzên xwe li derdora parêzgeha Idlibê dike û eger e di demek nêzîk ew operasyon dest pê bike.
Ji aliyekî din ve, Rêvebirê programa hawarçûnê di rêxistina UNICEF a ser bi Neteweyên Yekgirtî ve Manuêl Fontîn ragihand, eger hikûmeta Sûriyê êrîşî parêzgeha Idlibê bike, metirsiya koçberbûna yek milyon zarok ji wê parêzgehê heye.
S. B