Tirkiye hêzê dişîne Minbic û Til Rifatê

Arteşa Tirkiyê hêzên xwe li ser sînorê Minbic û Til Rifatê yên li bakurê Sûriyê zêdetir dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Arteşa Tirkiyê hêzên xwe li ser sînorê Minbic û Til Rifatê yên li bakurê Sûriyê zêdetir dike.

Arteşa Tirkiyê ji bajarên curbicur yên Tirkiyê 20 wesaîtên leşkerî yên zirxpoş anî Kilîsê û bi riya deriyê Sînor ê Oncûpinarê jî veguhest devera Minbic û Til Rifatê. Herwiha hejmarek leşkerên Tirkiyê jî digel wesaîtên leşkerî bo Minbic û Til Rifatê hatin birêkirin.

Veguhestina hêzên leşkerî yên Tirkiyê bo Sûriyê di demekê de ye, artêşa Sûriyê li dijî Îdlibê amedekariya operasyoneke leşkerî dike.

Ji 18ê Hizêrana îsal ve, Amerîka û Tirkiye çendîn manor û çalakiyên hevbeş li bajarê Minbic encam dane û mebesta Tirkiyê, dûrxistina hêzên YPG û PYD ji wê deverê ye.

 

S. B