Hikûmeta Sûryê: Em ne federaliyê û ne cudabûnê qebûl nakin

Welîd El-Mu'ellim: Em amade ne, danûstendinê li ser mafên rewşenbîrî û ziman bikin, berî niha jî dema şanda MSDê serdana Şamê kir, ji me re tekez kir ku ew federaliyê naxwazin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Wezîrê derve yê Sûryê Welîd El-Mu'ellim ragihand ku ew amade ne li gel Kurdan danûstendinan berdewam bikin, lê bi ti awayî ew, ne federaliyê  û ne jî cudabûnê qebûl nakin.

Welîd El-Mu'ellim ji kenala Russia Today re ragihand, ku Kurd pêkhateyeke Sûryê ne û Hikûmeta Sûryê amade ye danûstendinan li gel wan berdewam bike.

Welîd elmû'elm got jî hkûmeta sûryê rijde li ser vegerandna deverên  rojhlatê feratê.

Derbarê mafên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, El-Mu'ellim got: Em amade ne, danûstendinê li ser mafên rewşenbîrî û ziman bikin, lê em bi ti awayî ne federalî û ne cudabûnê qebûl nakin.

Wezîrê derve yê Sûryê ew yek jî eşkere kir, ku şanda vê dawiyê ya MSDê dema serdana Şamê kiribû, ji Hikûmeta Sûryê re tekez kirbû ku ew federaliyê û perçebûna Sûryê naxwazin.

N.O