Çalakiya Dayikên Şemiyê li Diyarbekirê hat qedexekirin

Parêzgeriya Diyarbekirê destura Dayikên Şemiyê neda ku li Parka Koşuyoluyê çalakiya rûniştinê bikin.

 

K24 – Diyarbekir

Parêzgeriya Diyarbekirê destura Dayikên Şemiyê neda ku li Parka Koşuyoluyê çalakiya rûniştinê bikin. Li ser vê yekê di navbera malbat, parlementerên HDP’ê, Baroya Diyarbekirê û Komeleya Mafê Mirovan û polîsan de aloziyeke demkurt derket. Parêzvanên mafên mirovan, bertek nîşanî helwesta parêzgeriya da û ragihand û amaje kirin ku qedexekirina çalakiya wan li dij hiqûqê ye, ew ji tunde tûjiyê dûr bi çalakiyeke mirovî li aqûbeta zarokên xwe digerin.

Dayîkên Şemiyê xwestin ku çalakiya rûniştinê ya di hefteya 499’an de li Parqa Koşuyolu li dar bixin. Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî parlementerên HDP’ê, Baroya Diyarbekirê û Saziyên Civakî yên sivîl jî xwestin ku piştgiriyê bidin çalakiya Dayikên Şemiyê. Lê li ser fermana Parêzgeriya bajêr, hêzên ewlekariyê destûra çalakiyê nedan. Parêzvanên mafên mirovan, bertek nîşînî helwesta parêzgeriya da. Serokê Berê yê Komeleya Mafê Mirovan a Diyarbekirê Racî Bîlîcî got; bi qedexekirina çalakiyan, Tirkiye peymanên navnetevî binpê dike.

Racî Bîlîcî ji K24ê re wiha axivî: “Em daxwaza ronîkirina doza heqîqetê dikin. Dayîk daxwaza heqîqet derkeve holê. Di çalakiyên me de tu tünde tûjî tune ye. Em her tim daxwaza rastiyê dikin; lê mixabin îro bi awayeke dijhiqûqî, bi awayeke keyfî çalakiya me hat astengkirin.”

Ji ber ku hêzên ewlekariyê destûra çalakvanan nedan ku li ber Peykerê Mafê Jiyanê çalakiya rûniştinê li dar bixin, wan jî xwest in ku li ser peyarê daxûyaniyekê bidin. Ji ber biryara qedexekirinê di navbera hin parlementerên HDP’ê û polîsan de rageşî derket. Serokê Baroya Diyarbekirê Ehmed Ozmen jî bertek nişana biryara qedexekirina çalakiyê da û got; nayê qebûlkirin ku bi hinceta asayişe çalakiya dayikan were qedexekirin.

Ehmed Ozmen got:“ Bi hiqûq û wijdanê mirov nikare vê qedexeyê îzah bike. Di salên 1990’an de bi hezaran kes hat qetilkirin û hîn jî kûjerên wan ne diyar in û teslîmî dadgehê nebûne.  Ev malbat li kûjerên zarokên xwe digerin.”

Ji beriya Rewşa Awarte Dayikên Şemiyê bi piştevaniya Komeleya Mafê Mirovan çalakiya rûniştinê li Parqa Koşuyolu’yê li ber Peykere Mafê Jiyanê li dar dixistin. Lê di maveya Rewşa Awarte de destûra Dayikên Şemiyê nedihat dayîn ku li heman parqê çalakiya xwe bikin. Niha Rewşa Awarte tûne ye lê dîsa jî destûra çalakiyan nayê dayîn.  Qiymet Zengîn jî ji 20 salan zêdetir e ku li aqûbeta birayê xwe digere û dibêje; em dixwazin edalet cihê xwe bibîne.

Dayîka Şemiyê Qıymet Zengîn dibêje: “Em li wendayên xwe digerin. Ma me çi xwestiye, me kû der xirab kiriye, me kû der şewitandiye, me malê kê wêran kiriye? Em li wendayên xwe digerin, heger insanek li wendayê xwe negere ne însan e.Em vê helwestê şermezar dikin, ew ên ku vê çalakiyê qedexe dikin bila baş bifikirin gelo ji malbata mirov kesekî wenda bibe ma mirov çawa lê nagere.”

Piştî ku di 24’ê Tebaxê de li Stenbolê polîsan destlêwerdana çalakiya Dayîkên Şemiyê kir, wezîr û siyasetmedarên Hikûmeta AK Partiyê ragihandibûn ku dê êdî destûra çalakiyên bi vî rengî nedin.  Dayikên Şemiyê jî dibêjin; heta negihayîn encamekî, bi çalakiyan aqûbeta zarokên xwe bipirsin.