Berhem Salih: Beşdarî hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê nabin
Serokê Hevpeymaniya bo Demokrasî û Dadperweriyê Berhem Salih aşkere kir, ew wek Hevpeymanî beşdariyê di hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê de nakin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Hevpeymaniya bo Demokrasî û Dadperweriyê Berhem Salih aşkere kir, ew wek Hevpeymanî beşdariyê di hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê de nakin.
Di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş ligel Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî de, Berhem Salih ragihand, “Komek têbîniyên me li ser rêkarên Komisyona Hilbijartinên û tomarkirina dengdaran hene, biryara me jî ew e ku em beşdariyê di proseya hilbijartinên de nakin û hêvîdar in ew prose serkefî be.”
Derbarê vegera ji nava Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re û berbijêrbûna wî ji postê Serokomarê Iraqê re, Berhem Salih got: “Ti bingeh ji wê gotinê re nîn e, ji hin aliyan ve hate behskirin, lê bi fermî tiştek nebûye. Em mijûlî rêkxistina hevpeymaniyê ne, armanca me ew e beşek bin ji çareserkirina proseya siyasî ya Iraqê bin. Her postekê werbigirin divê ji bo berjewendiyê ne ji bo tiştekî din be.”
Şandeke PDKê îro li Hewlêrê, bi armanca gotûbêjkirina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê dê serdana Hevpeymaniya bo Demokrasî û Dadperwerî kir.
S. B