“Operasyona Îdlibê dikare bibe sedema şerekî cîhanî”
Serokê Fraksiyona AK-Partiyê Numan Kurtulmuş radigihîne, operasyona Îdlibê dikare bibe sedema şerekî cîhanî.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Fraksiyona AK-Partiyê Numan Kurtulmuş radigihîne, operasyona Îdlibê dikare bibe sedema şerekî cîhanî.
Kurtulmuş ji medyaya Tirkiyeyê re axivî û got, ew li ser meseleya Îdlibê gelek hestiyar in. Li dijî Îdlibê bikaranîna hêzeke awarte dê bibe sedem ku hejmarek zêde sivîl canê xwe ji dest bidin.
Kurtulmuş got amaje bi wê jî kir, operasyona Îdlibê dê krîza Sûriyê dijwartir bike û heger aşitî neyê Sûriyê dê bi sêrkêşiya welatên mezin, şerekî herêmî û cîhanî rû bide.
Rûsya û Tirkiyê û Îranê di Gulana sala 2017an de li Astanayê li ser avakirina “Navçeyên kêmkirina aloziyan” li Sûriyê li hev kiribûn, di meha Cotmeha bûrî de jî Tirkiyê dest bi avakirina xalên çavdêriyê li parêzgeha Idlibê kiribû.
Demek e artêşa Sûriyê hêzên xwe li derdora parêzgeha Idlibê dike û eger e di demek nêzîk ew operasyon dest pê bike.
Berî niha Amerîka, Fransa û Brîtanyayê Serokê Sûriyê hişyar kir, heger çekê kîmawî li parêzgeha Idlibê bikar bîne, dê bersiveke tund bidin.
Li gorî amarên ne fermî nêzîkî 3 milyon kes li parêzgeha Idliba Sûriyê dijîn, ku nîvê wan koçberên parêzgehên Hmis, Der'a, Qunêtre, Şam û gundewarên wê ne.
S. B