KCK: Dibe li ser Idlibê, Tirkiye û Rûsya li dijî YPGê lihev bikin

Endamê Desteya Rêveber ê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mustafa Karasu dibêje, eger heye li ser Îdlibê, Tirkiye û Rûsya li dijî YPGê rêkeftin bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Desteya Rêveber ê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mustafa Karasu dibêje, eger heye li ser Îdlibê, Tirkiye û Rûsya li dijî YPGê rêkeftin bikin.

Mustafa Karasu ji rojnameyek nêzikê PKKê re ragihand, Tirkiye niha li Îdlibê tengav bûye. Hikûmeta Tirkiyê pêşniyara rêkeftinê li Rûsyay kiriye û gotiye ew dikarin dijî operasyona Îdlibê dernekevin. Lê beramberî Operasyona Îdlibê Tel Rifat û Şehba divê ji Tirkiyê re bê hiştin.

Mustafa Karasu diyar kir, Bi vî awayî Tirkiye dê hebûna xwe ya li Cerablûs û Babê xurtir bike û zêdetir zext deyne ser Minbicê.

Endamê Desteya Rêveber ê KCKê da zanîn, heger Rûsya û Tirkiye li dijî YPGê careke din rêkeftin bikin, ti pêwendiya YPGê bi Rûsya û Sûriyê re namîne.

Mustafa Karasu got jî, heger Rûsya û Sûriye dixwazin li Îdlibê bi Kurdan re tevbigerin, divê bi rengekî rast nêzî Kurdan bibin. Rêya herî rast a rizgariya ji çeteyên li Îdlibê û pêkanîna aştî û aramiya li Sûriyê lihevkirina demokratîk a bi Kurdan û Bakurê Sûriyê ye.

 

S. B