Çekdarên li Efrînê keçekê û 3 xortên din direvînin
Grûpên çekdar ên li Efrînê bi revandina xort û keçên Efrînê berdewam in, vê care keçeke Kurd direvînin û eşkence didin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpên çekdar ên li Efrînê bi revandina xort û keçên Efrînê berdewam in, vê carê keçeke Kurd direvînin û eşkence didin.
Rîxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa çekdar a bi navê “el-Hemzat” ji berî du rojan keça Kurd Emel Omer Husên ji taxa Eşrefiyê ya Efrînê revandiye û li navendeke wê grûpê tê eşkencedan.
Herwiha çalakvanên Efrînê belav kirin, grûpeke avêtin ser dikana welatiyê bi navê Xelîl Mehemed Xelîk ya li Taxa Mehmûdiyê û ew û Eymen Hemdoş û kesekî din bi navê Ezo revandin.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekarên ser bi wê ve di 18ê Adara bûrî de, ji bilî dizî û talankirina mal û milkên xelkê Efrînê, bi hezaran welatiyên Kurd ji aliyê grûpên çekdar ve hatine û têne revandin û li hember berdana wan bireke mezin ji pereyan distînin.
S. B