Penaberên Sûrî ji Lubnanê li malên xwe vedigerin
Navenda Lihevanînê ya Rûsî: Di nava 24 demjimêran de, 222 penaberên Sûrî, ku ji ber rewşa şer ji welatê xwe reviyabûn û li Lubnanê diman, bi riya dergeha Yabis û Qisêr li malên xwe vegeriyane.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Dezgehên rojnamevanî li Lubnanê ragihandin, ku di heyama rojekê de, bêtirî 200 penaberên Sûrî ji Lubnanê vegeriyane Sûryê.
Li ser vê yekê Navenda Lihevanînê ya Rûsî, di daxuyaniyekê de got: Di nava 24 demjimêran de, 222 penaberên Sûrî, ku ji ber rewşa şer ji welatê xwe reviyabûn û li Lubnanê diman, bi riya dergeha Yabis û Qisêr li malên xwe vegeriyane.
Li gorî heman navendê, 67 kes ji wan jin in, 104 jî zarok in. Navenda Rûsî diyar kir, ku bi dehan ji wan kesan berê xwe dan navçeya Xûta Rojhilatê Ş
Şamê, ya ku berî çend mehan ji destê ketîbeyên opozisyonê hat derxistin.
Piştî kontrolkirina piraniya axa Sûryê û vegera ewlehî û aramiyê, di çarçoveya rêketinên di navbera Hikûmeta Sûryê û ya Lubnanê de û bi serperiştiya Rûsya, bi hezaran penaberên Sûrî ji Lubnanê, li malên xwe vegeriyane.
N.O