Girûpên çekdar du welatiyên Kurd li Efrînê revandin
Çekdarên girûpa (Ceyş El-Islam) herdu welatiyên Kurd, (Ebdo Hemkî) û birayê wî (Behrî Hemkî) ji roja Îna derbasbûyî ve, ji gundê Terneda revandine û ew îşkence dane.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Çalakvanên bajarê Efrînê li ser torên civakî wêneyên du welatiyên Kurd belav kirin, ku ji aliyê girûpên çekdar ve hatine revandin.
Li gorî zanyariyan, çekdarên girûpa (Ceyş El-Islam) herdu welatiyên Kurd, (Ebdo Hemkî) û birayê wî (Behrî Hemkî) ji roja Îna derbasbûyî ve, ji gundê Terneda revandine û ew îşkence dane.
Çalakvanan diyar kirin, ku herdu welatî ji pêkhateya Êzdî ne û çekdaran ji bo berdana wan, daxwaza pereyan kirine.
Heman jêderan behsa wê yekê kirin, ku duh jî wan çekdaran, girtin ser mala herdu welatiyan û dest li ser du terektor û otombêlekê û hin pereyan danîn.
Berî niha jî, xuşka herdu welatiyan, li ser destê çekdaran jiyana xwe jidest dabû, dema ku bombeyek avêtibûn mala wê.
N.O