James Jeffrey li ser pirsa Idlibê serdana Tirkiyê dike
Şanderê taybet yê Amerîka ji bo pirsa Sûryê (James Jeffrey), wê îro di çarçoveya serdana xwe de ji bo Enqerê, li gel bepirsên Tirkiyê behsa pêşeroja Idlibê bike.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Şanderê taybet yê Amerîka ji bo pirsa Sûryê (James Jeffrey), wê îro di çarçoveya serdana xwe de ji bo Enqerê, li gel bepirsên Tirkiyê behsa pêşeroja Idlibê bike.
Derbarê serdana James Jeffrey, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu got: Emê ne tenê li ser operasyona Idlibê gotûbêjan bikin, lê emê li ser alîkariyên Amerîkî ji YPGê re û li ser yekîtiya axa Sûryê jî biaxivin.
Girêdayî heman mijarê, biryar e sibe Wezîrê Derve yê Almanya (Heiko Maas) serdana Tirkiyê bike û di civînên wî de li gel berpirsên Tikriyê, wê doseya Idlibê, di serê gotûbêjan de be.
Berî niha Wezîrê Derve yê Almanya di kongirekî rojnemevanî de ragihand, ku ewê bi serdaneke fermî ber bi Tirkiyê ve here û ew serdan wê du rojan berdewam bike.
Herwiha Maas got: Emê hemû bizavên xwe bikin, ji bo rê li ber çêbûna karesateke mirovî li Idlibê bigirin.
N.O