Çavdêrgeha Sûrî kuştina şeş çekdaran li Efrînê ragihand

Çavdêrgeha Sûrî: YPG li gundê Terneda yê Efrînê, kemînek ji girûpên çekdar re vedabû, di encamê de 6 çekdarên opozisyonê hatin kuştin û hejmarek ji wan jî birîndar bûn.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Di encama vedana kemînekê de, ji aliyê Yekîneyên Parastina gel ve li bajarê Efrînê, 6 çekdarên opozisyona Sûryê hatin kuştin.

Çavdêrgeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan ragihand, ku şevê din li Mihwerê gundê Terneda yê ser bi Efrînê ve, şer di navbera çekdarên opozisyonê yên ku Tirkiyê piştevaniya wan dike û Yekîneyên Parastina Gel de qewimî.

Çavdêrgeha Sûrî diyar kir, ku Yekîneyên Parastina Gel li wê deverê, kemînek ji girûpên çekdar re vedabûn, di encamê de 6 çekdarên opozisyonê hatin kuştin û hejmarek ji wan jî birîndar bûn.

Piştî ku Artêşa Tirkiyê li gel hin ketîbeyên opozisyona Sûryê bajarê Efrînê dagîr kirin, Yekîneyên Parastina Gel ragihand, ku ewê bi awayekî nû şerê Tirkiyê û çekdaran bikin, heya wan ji wî bajarî derxînin, heya niha jî YPG bi çalakiyên serbazî yên cuda, êrîşî bingeh û rêbendên çekdaran dike.

N.O