Firokeyên Rûsî êrîşî Idlibê dikin

Çavdêrgeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan: Piştî rawestana 22 rojan, firokeyên cengî yên Rûsî êrîşên xwe li dijî bingehên ketîbeyên opozisyona Sûryê li parêzgeha Idlibê berdewam kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Çavdêrgeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan ragihand, ku piştî rawestana 22 rojan, firokeyên cengî yên Rûsî êrîşên xwe li dijî bingehên ketîbeyên opozisyona Sûryê li parêzgeha Idlibê berdewam kirin.

Êrîşên firokeyên Rûsî piştî çend demjimêran ji hişyariya serokê Amerîka Donald Trump hatin encamdan.

Vê sibehê Donald Trump li ser Twitter a xwe hişyarî da Rêjîma Sûryê, Rûsya û Îranê ji encamdana êrîşeke bê serûber li dijî parêzgeha Idlibê û got: Çênabe serokê Sûryê Beşar Esed, êrîşî parzêgeha Idlibê bike. Rûsya û Îran jî wê şaştiyeke mirovî mezin bikin heger tevlî wê êrîşê bibin.

Trump egera encamdana êrîşekê li dijî Idlibê weke tirajîdyayeke mirovî binav kir û nivîsî: Dibe ku bi sed hezaran kes bên kuştin û divê rê li ber vê yekê bê girtin.

Berî niha jî, çendîn caran hişyarî ji aliyê Amerîka û Firensa ve derketin, herdu welatan bi riya wan hişyariyan gef li rêjîma Esed kirin, ku ewê bi tundî li hêzên wî bidin, heger hat û çekên kîmawî li dijî sivîlên Idlibê bikar bînin.

Ji aliyê xwe ve Rûsya ragihand, ku hin girûpên çekdar li Idlibê, bi hevkariya dezgeha hewalgiriya Birîtanî, gazên kîmawî derbasî parêzgeha Idlibê kirine, daku li dijî sivîlan bikar bînin û piştre rêjîma Esed bi encamdana wê êrîşê tometbar bikin.

Artêşa Sûryê, ev serê mehekê ye, hêzên xwe li sînorê parêzgeha Idlibê kom dike, bi armanca ku dest bi operasyona Idlibê bike.

N.O