Rûsya: Idlib hêlîna terorîstan e
Ligor Peskov, terorîstan li idlib zirarê didin pêvajoya aştiyê li Suriye û Idlibê wekî dever a êrîşên xwe bikar tîn in, herweha dijî hêzên Rûsyayê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Aloziya girêdayî Idlibê berdewam e. Serokê Amerikayê Donald Trump bi twittekê bi taybetî bala Rûsya û Îranê kişand ku, dest bi Operasyonekê hemberî Idlibê nekin.
Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov bersîva Trump da û diyarkir: “Idlib hêlîna terorîstan e. Idlib cîhek metirsîdar ji Suriye û heremê re ye, potansiyelek xûrt heye ku, rewşa Suriye bixe xeteriyek mezintir. Bêyî ku mirov vê rastiyê bibîn e, nikare nirxandinek giştî liser Operasyona Idlibê bike”.
Ligor Peskov, terorîstan li idlib zirarê didin pêvajoya aştiyê li Suriye û Idlibê wekî dever a êrîşên xwe bikar tîn in, herweha dijî hêzên Rûsyayê.
Hin jêderan diyarkirin ku, îro firokeyên leşkerî yên Rûsyayê çendîn cîh li Idlibê kirin e armanc.
C.B