Dema bangeşeya hilbijartinan hat paşxistin

Encûmena Komisyaran a Komisyona Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê biryar da, bangeşeya hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê roja 11ê Îlonê dest pê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Komisyaran a Komisyona Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê biryar da, bangeşeya hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê roja 11ê Îlonê dest pê bike.

Biryar bû bangeşeya hilbijartinan ji sibe 5ê Îlonê ve dest pê bikira, lê ji bo 11ê vê mehê bê paşxistin.

Îro şandeke PDKê serdana avahiya sereke ya Tevgera Goran li bajarê Silêmaniyê kir û li gel berpirsên pilebilind ên Goranê civiyabû.

Pêştir jêderekî agahdar ji K24ê re ragihandibû, Tevgera Goranê di civînê de daxwaz kiriye bangeşeya hilbijartinan hefteyekê ta 11ê vê mehê bê paşxistin. Lê Hilbijartin di dema xwe diyarkirî de tê kirin.

Biryar e roja 30î vê mehê proseya hilbijartinên giştî li Herêma Kurdistanê birêve biçe.

 

S. B