Amerîka: Terorîst li Idlibê hene
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ragihand, em hest bi dilgiraniya Rûsya derbarê rewşa Idlibê dikin û rast e, terorîst li wê parêzgehê hene.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ragihand, em hest bi dilgiraniya Rûsya derbarê rewşa Idlibê dikin û rast e, terorîst li wê parêzgehê hene.
Mike Pompeo di kongirekî rojnemevanî de ragihand, ku daxuyaniyên Rûsî derbarê hebûna terorîstan li Idlibê rast in û Amerîka derbarê metirsiya hebûna wan terorîstan, piştevaniya nerîna Rûsî dike.
Wezîrê Derve yê Amerîka tekezî li ser rûbirûbûna wan çekdaran kir û diyar kir, ku welatê wî bi hêvî ye rewşa Idlibê, bi riyên dîplomatîk were çarekirin.
N.O