Trump: Min fermana kuştina Esed neda ye
Bob Woodward, di pertûka xwe de gotiye: Trump ferman dabû Wezîrê Berevaniya Amerîka (James Mattis) ku serokê Sûryê (Beşar Esed) bikuje, lê Mattis fermana Trump bicî nekir.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Serokê Amerîka (Donald Trump), rojnamevanê navdar û danerê pertûka "Tirs" (Bob Woodward) bi derewîn binav kir, ji ber ku di pertûka xwe de gotiye: Trump ferman dabû Wezîrê Berevaniya Amerîka (James Mattis) ku serokê Sûryê (Beşar Esed) bikuje, lê Mattis fermana Trump bicî nekir.
Li ser vê gotinê, Trump li ser Twitter a xwe nivîsiye: Ew tiştê Bob Woodward di pertûka (Tirs) de gotiye, berî niha ji aliyê Wezîrê Berevaniyê James Mattis û Serokê Desteya Erkanê Artêşa Amerîka ceneral John Kelly ve, hatibû redkirin.
Di Twitteke din de, Trump daxuyaniyeke berê ya Mattis belav kiriye, ku têde zanyariyên Woodward li derewê dixîne û dibêje ku ew dûrî rastiyê ne.
Herwiha Trump daxuyaniyeke ceneral John Kelly belav kiriye, ku ew jî gotinên Bob Woodward biderrew derdixîne.
Rojnameya Washington Post a Amerîkî, çend movik ji pertûka Bob Woodward belav kiriye û dibêje, ku Trump ferman daye Wezîrê Berevaniya Amerîka, daku serokê Sûryê Beşar Esed bikuje, piştî ku di sala 2017an de, çekên kîmawî li Xan Şêxûn li gundewarê Idlibê bikar anî.
N.O