Tirkiye: Baweriya kart a taybet bi hukimetê nema ye
Ligor kart a taybet aboriya Tirkiye ketiye rewşek gelek xerab û nîşaneyên mehên dawî nimûneya vê yekê ne, mehên bên jî dê rewş xerabtir bibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Ligor agahdariya rojnameya Sozcu ya Tirkiye, baweriya birêvebirên şirketên karta taybet a Tirkiye bi hewldanên aborî yên hukimetê nema ye.
Di nûçeyê de ya balkêş ew e ku, birêvebirên şirketên mezin ên karta taybet diyar kirin e ku, agahdariya Serokomar ji rewşa xerab a aboriyê û bazarê nîn e.
Ligor kart a taybet aboriya Tirkiye ketiye rewşek gelek xerab û nîşaneyên mehên dawî nimûneya vê yekê ne, mehên bên jî dê rewş xerabtir bibe.
Ger di rewşa aborî de pêngavên pêwîst neyên avêtin, gelek şirket dikarin ber bi têkçûnê ve biçin.
Şirketan bi taybetî du babet derxistine pêş:
Piştî hilbijartinê sistema aborî nehatiye şikl girtin
Burokrasiya birêvebir a aboriyê, ne di wê ast a zanyariya aborî de ye
C.B