YNK: Biryara me ew e hilbijartin di dema xwe de were kirin
Îro Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) civiya. Di civînê de pirsên girêdayî bi Iraq û hilbijartinên giştî yên Herêma Kurdistanê û qeyrana darayî gotûbêj kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) civiya. Di civînê de pirsên girêdayî bi Iraq û hilbijartinên giştî yên Herêma Kurdistanê û qeyrana darayî gotûbêj kir.
Piştî civînê, Encûmena Serkidatiya YNKê daxuyaniyek belav kir ku çapek jê ket destê K24ê, tê de hat, “Piştî ku rûniştina Parlemantoya Iraqê ta roja 15ê Îlonê hat paşxistin, ta wê demê, dem bi serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê re heye, çavdêriya siyaseta cîhanê, navçê û navxweyî ya Iraqê bike, zanyariyên zêdetir kom bike û çaverê be, bersiva projeya fermî ya hevbeş a YNK û PDK ji aliyê aliyên Iraqî bê dayîn, heta bizanin çi aliyek bi rastî amade ye pirsgirêk û kêşeya aborî, siyasî û destûrî yên Iraqê û mafên gelê Kurdistanê çareser bike.”
Derbarê pêkanîna hikûmeta Iraqê û rêkxistina pêwendiyan di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, di daxuyaniyê de hat, “Bingeha rêkeftina me, berjewendiyên bilind ên gelê me û pêkanîna hikûmeteke pabendî destûrê û binemayên şeraketa rastî û dûr ji desthilata taîfî ye.”
Derbarê hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê jî, Encûmena Serkirdatiya YNKê ragihand, “Biryar û siyaseta demokrasî ya YNKê ew e, hilbijartin di dema xwe de û dûr ji gûman û nîgeraniyê were encamdan, bo vê birêvebirina wê jî hemû amadekarî hatine kirin.”
Herwiha hatiye, “Aşkere ye jî hilbijartin ji bo partî û lîsteyan e, heger aliyên siyasî di riya komisyonê re peyama xwe ya ron bigihînin serokatiya hikûmetê û bi fermî hikûmet peyamê bigihîne parlemantoyê û paşxistina hilbijartinan pesend bike, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê jî pesed dike.”
Derbarê Kerkûk û navçeyên dagîrkirî yên Kurdistanê de, YNKê ragihandiye, “Pêwîst e hêza Pêşmerge, asayiş û polîsa Kurdistanê bi hevbeşî ligel polîsa federalî berpirsatiya ewlehiya navçên ku pirsgirêk li ser in pê werin spardin.”
S. B