Hêmin Hewramî pirsekê ji aliyên neyarên hilbijartinan dike
Serokê Lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bo hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê Hêmin Hewramî di simînarekê de pirsek derbarê birêvebirina proseya giştî li Herêma Kurdistanê ji aliyên ku neyartiya xwe ji birêveçûna hilbijartinê di dema xwe de kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bo hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê Hêmin Hewramî di simînarekê de pirsek derbarê birêvebirina proseya hilbijartinên giştî li Herêma Kurdistanê ji aliyên ku neyartiya birêveçûna hilbijartinê di dema xwe de dikin, kir.
Hêmin Hewramî got: “Hin alî dibêjin bila hilbijartin neyin kirin, reng e bandoreke wê ya herêmî hebe. Hilbijartinan wek pirsa referandûmê nekin û bi tirs piştevaniyê lê nekin. Çima dema hilbijartinan ne guncaw e, ma hilbijartin bo Tirkiye, Îran, Amerîka, Ewropa û Iraqê gef e? Çi metirsî di hilbijartinan de heye?”
Serokê Lîsta PDKê tekez kir: “Ti bihaneyek e siyasî û teknîkî ji bo paşxistina hilbijartinan tune ne û ew pirose di dema xwe de birêve diçe.”
Amaje bi wê kir: “Bûyerên çend rojên bûrî çespand ku Iraq welatekî şikestî ye, ku mafê gelê Kurd e di referandûmê de daxwaza serxwebûnê jê bike. Ewên gûmana wan ji bo mafê Kurd heye, bila li rewşa Iraqê ya niha binêrin û bibînin û bizanin ku ev Iraqa bû ku gelê Kurd bi biryareke aştiyane ber bi serxwebûnê ve biçe.”
Got jî: “ Proseya serxwebûnê, proseyeke dirêj a miletê Kurd e, ev prose bi awayekî sîstematîk ji şoreşa Şêx Ubeydelah Nehrî dest pê kiriye. Ango temenê tevgera rizgarîxwaz ê gelê Kurdistanê ji bo serxwebûnê nêzîkî 150 salî ye berdewam dibe.”
Di beşeke din a simînarê de Hêmin Hewramî daxwaz ji gencên Kurd kir, nekevin bin bandora propagendiya aliyên din ku ti daxwazên wan ji bo pêşeroja Kurdistanê nîn e û got: “Soza rast ji partiyekê werbigirin ku we ew taqî kiribe, PDK ne partiya diruşim û hilbijartinan e. PDK xwedî bernameyeke stratejîk û niştimanî ye ji bo pêşeroja gelê Kurdistanê.”
Biryar e 30î vê mehê proseya hilbijartina giştî li Herêma Kurdistanê birêve biçe û dema destpêkirina bangeşeya hilbijartinan jî bo roja 11ê vê mehê hat paşxistin.
Paşxistina dema destpêkirina bangeşeyê jî piştî wê yekê hat, pêr şandeke PDKê serdana Tevgera Goranê li Silêmaniyê kir û Tevgera Goranê daxwaza paşxistinê kir. Peyvdarê Goranê Şoreş Hacî di konferanseke rojnamevî de bi aşkere got, ku Goran daxwaza paşxistina hilbijartinan dike.
S. B