Hewramî: PDK dixwaze rûpeleke nû bi Goranê re veke
Endamê Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî ragihand, PDK dixwaze rûpeleke nû bi Tevgera Goranê re veke.
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamê Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî ragihand, PDK dixwaze rûpeleke nû bi Tevgera Goranê re veke.
Endamê Serkirdatiyê û Serokê Lîsta PDKê bo hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê Hêmin Hewramî ji K24ê re ragihand, pêwendiyên PDK û YNKê berdewam dibin. Herwiha PDK dixwaze rûpeleke nû bi Tevgera Goranê re veke pirsgirêkên berê çareser bike.
Hewramî got: “Xalên hevbeş di navbera me û hemû aliyan de zêdetir in ji xalên nakok. Kurdistan, niştîman, parastin û aramiya Kurdistanê xalên hevbeş in, yên din makokiyên siyasî ne û hilbijartin baştirîn derfet e ku di nava parlemanto de nakokiyên siyasî çareser bikin,.”
Ev daxuyaniya Hewramî di demekê de ye, roja 4ê vê mehê şandeke bilind a PDK serdana Mekoya (Baregeh) sereke a Tevgera Goranê li bajarê Silêmaniyê kir û pirsa birêvebirina hilbijartinan gotûbêj kir.
Di civînê de, Tevgera Goranê nîgeraniya xwe ji sextekariya di projeya hilbijartinê de derbirî û bi aşkere daxwaz kir, di vê şert û mercê de hilbijartin nebin.
S. B