Sibe li Tehranê çarenivîsa Idlibê tê gotûbêjkirin
Biryar e sibe li tehranê paytexta Îranê, lûtkeya Rûsî, Tirkî û Îranî lidar keve û krîza Sûriyê û çarenivîsa Idlibê were gotûbêjkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Biryar e sibe li Tehranê paytexta Îranê, lûtkeya Rûsî, Tirkî û Îranî lidar keve û krîza Sûriyê û çarenivîsa Idlibê were gotûbêjkirin.
Ajansa “Novosty” ya Rûsî li ser zarê şêwirmendekî Serokê Rûsyayê belav kiriye, lûtkeya sibe ya di navbera Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan û Serokê Îranê Hesen Rûhanî de taybet bi krîza Sûriyê û çarenivîsa Idlibê dibe,
Ev civîn di demekê de ye, artêşa Sûriyê ji mehekê ve amadekariyên êrîşa li ser Idlibê dikin û hêzê ber bi wê parêzgehê dişîne.
Berî çend rojan Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got, ew ligel hevkarên xwe yên Tirk û Îranî kar dikin ji bo cudakirina çekdarên opozîsyonê ji teroristan.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu ragihandibû, danûstandinên wan bi Rûsya û Îranê li ser rewşa Idlibê berdewam in, lê heger êrîşa li ser Idlibê bibe, dê karesateke mirovî rû bide.
Ji aliyekî din ve, Amerîka û Ewropa li ser egera êrîşeke kîmawî ji aliyê rêjîma Sûriyê ve li ser Idlibê, hişyarî daye, rêjîma Sûriyê, Mosko û Tehranê.
Herwiha Nûnerê Netewên Yekbûyî yê taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura bang li her du serokên Tirkiyê û Rûsyayê kir, rê li ber karesata Idlibê bigrin û rê nedin operasyon li wir destpê bike.
S. B