Amerîka sizayên nû li ser alî û kesatiyên Sûrî sepand

Îran û Rûsya piştevaniya rêjîma Esed dikin û bi bihaneya şerê DAIŞê dixwazin êrîşî Idlibê bikin, lê di rastiyê de, rêjîma Esed demekê dirêj bazirganî li gel wê girûpa terorîst kiriye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Wezareta Gencîneya -Xezîneya- Amerîkî, sizayên nû li ser 4 kesatî û 5 dezgehên Sûrî sepand, ku bi encamdana navberiyê di nav rêjîma Sûryê û çekdarên DAIŞÊ de hatine tometbarkirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Gencîneya -Xezîneya- Amerîkî, tevahiya mal û milkên wan kesan û dezgehan hatine bilokkirin û qedexe ye li ser welatiyên Amerîkî, ku di warê bazirganiyê de, serederoyê li gel wan bikin.

Wezîrê Gencîneya Amerîkî (Steven Mnuchin) got: Bi milyonan kesên bêtawan li Idlibê, di bin gefa êrîşa rêjîma Esed de ne, ku Îran û Rûsya piştevaniya wê dikin, bi bihaneya ku ewê li Idlibê şerê DAIŞê bikin, lê di rastiyê de, rêjîma Esed demekê dirêj bazirganî li gel wê girûpa terorîst dikir.

Steven Mnuchin tekez kir, ku Amerîka wê bizavên berdewam bike, heya wan kesan siza bide, ku alîkariya rêjîma Esed ê kujer û çekdarên DAIŞê dikin.   

N.O