Rûsya: Em dixwazin li Sûryê xalên hevbeş bi Amerîka re hebin

Sergei Ryabkov: Amerîka dixwaze hebûna xwe li rojhilatê çemê Firatê û li navçeyên petrolê xurt bike, tevî ku hêzên Amerîkî ne bi razîbûna Hikûmeta Sûryê derbasî wan navçeyan bûne.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Ryabkov ragihand, ku pêwendiyên Mosko û Washingtonê qet nehatine birrîn û hîn berdewam in çi ji aliyê serbazî yan ji aliyê siyasî ve.

Sergei Ryabkov diyar kir, ku ew pêwendî bi awayekî nihênî dimînin û nayên eşkerekirin, ji ber ku nakokiyên mezin di helwestên herdu welatan de hene.

Ryabkov got jî: Tevî nezelaliya di armancên Amerîka de li Sûryê, lê Rûsya bizavan dike, ku xalên hevbeş li gel Washingtonê li Sûryê peyda bike.

Navhatî tekez kir, ku Amerîka dixwaze hebûna xwe li rojhilatê çemê Firatê û li navçeyên petrolê xurt bike, tevî ku hêzên Amerîkî ne bi razîbûna Hikûmeta Sûryê derbasî wan navçeyan bûne.

Derbarê piroseya Cinêvê, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya got: Astana ne şûngira Cinêvê ye û ew hêvîdar in ku pêşketinek di danûstendinên Cinêvê de çêbibe.

N.O