Amerîka dîsa gefan li Sûrya û Îran dike

Nikki Haley: Niha jî ez ji rêjîma Esed û hevparên wê ji Rûsya û Îranê re dibêjim, bêzehmet hêviyan li ser bersivnedana me girê nedin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Nûnera Amerîka di Netewên Yekgirtî de, Nikki Haley ragihand, heger rêjîma Esed çekên kîmawî bikar bîne, wê Amerîka bi tundî bersivê bide.

Duh Encûmena Ewlehiya Navdewletî, derbarê rewşa Sûrya civîneke taybet lidar xist û di civînê de, Nikki Haley got: Peyamek me ji bo serokê Sûrya Beşar Esed û hemû ew aliyên dixwazin çekên kîmawî bikar bînin heye, di heyama 18 mehên derbasbûyî de, min du caran li vê Encûmenê got, heger çekên kîmawî bên bikaranîn, emê bersivê bidin û di herdu caran de jî me gotinên xwe bicî kir û me bingehên rêjîma Esed bordûman kir.

Herwiha got: Niha jî ez ji rêjîma Esed û hevparên wê ji Rûsya û Îranê re dibêjim, bêzehmet hêviyan li ser bersivnedana me girê nedin.

Haley tekez kir, ku heger Esed çekên kîmawî bikar bîne, berpirsatiya wî karî di stiwê Rûsya de ye.

Artêşa Sûrya bi hevkariya Rûsya, hemû amadekarî ji bo operasyona li dijî Idlibê temam kiriye.

Parêzgeha Idlibê bûye dawîn asêgeha çekdarên opozisyona Sûryê û Tirkiya weke piştevana sereke ya wan çekdaran tê naskirin.

Îro jî serokên Rûsya,Tirkiyê û Îran, li Taranê pirsa Idlibê û amadekariyên operasyona li dijî wê parêzgehê yekalî dikin.

Jêder: RT

N.O