Serokwezîrê Abkhaziyayê canê xwe jidest da

Serokwezîrê Abkhaziyayê Gennady Gagolia di bûyerekê çûnûhatinê de canê xwe jidest da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Abkhaziyayê Gennady Gagolia di bûyerekê çûnûhatinê de canê xwe jidest da.

Serokwezartiya Abkhaziyayê di daxuyaniyekê de ragihand, dema Serokwezîrê Abkhaziyayê Gennady Gagolia vedigerî paytexê wî welatî, ku bi serdanekê gihîştibû Sûriyê, di bûyerekê çûnûhatinê de canê xwe jidest da.

Gennady Gagolia jidayikbûna 1948an e, di salên di navbera 1995-1997 û 2002-2003an jî postê Serokwezîrtiyê wergirtibû û ji 2004an de jî Serowezîrê wî welatî bû.

 

S. B