Nêçîrvan Barzanî: Hilbijartin di dema xwe de tên kirin

Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî tekez dike, hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê di dema xwe ya diyarkirî de birêve diçin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî tekez dike, hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê di dema xwe ya diyarkirî de birêve diçin.

Îro Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serperiştiya Serok Barzanî civiya. Piştî civînê Cîgirê Serokê PDKê Nêcîrvan Barzanî ji rojnamevanan re ragihand, hilbijartin di dema xwe diyarkirî de birêve diçin û aliyên din jî tekez li ser wê yekê kirine, ne tenê PDKê.

Nêçîrvan Barzanî aşkere kir, sibe ew ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dicivin û tewera sereke ya civînê, çawaniya beşdarîkirina di hikûmeta nû ya Iraqê de dibe.

Derbarê guftûgoyên şanda hevbeş a PDK û YNKê li Bexdayê, Nêçîrvan Barzanî got: “Civînên me berdewam im û di nava xwe de jî civînan dikin, ji bo dawî biryar bidin. Herwiha biryar e 15ê vê mehê parlematoya Iraqê careke din bicive û hêvîdar in ta wê demê di nava xwe de û bi aliyekî din ên Iraqê re jî bigihin encamekê.”

Cîgirê Serokê PDKê aşkere kir jî, di serdana wan a ji aliyên siyasî yên din ên Kurdistanê re, wan jî tekezî li ser wê yekê kirin ku divê bi hev re biçin Bexdayê.    

 

 

S. B