De Mistura: Em nema karin êrîşa li dijî Idlibê rawestînin
De Mistura: Niha em nema karin rê li ber operasona Idlibê bigirin û êrîşa Rûsî- Sûrî li ser wî bajarî, wê bê encamdan, lê tenê em karin bizavan bikin, ku rêjeya kuştina sivîlan kêm bikin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Wek bizavekê ji bo rizgarkirina Idlibê ji operasyona Sûrî-Rûsî û dariştina destûreke nû ji Sûryê re, welatên gerentîkar li Cinêvê li gel şanderê navdewletî ji bo Sûryê, Staffan De Mistura dicivin.
Derbarê rewşa Idlibê û çawaniya parastina sivîlan û derxistina wan, ji wê parêzgehê, wê gotûbêj bikin û di mijara destûrê de jî, wê karên komîteya taybet bi danîna destûrê were gotûbêjkirin.
Şanderê navdewletî ji bo Sûryê Staffan De Mistura zelal kir, ku di civîna wî de li gel welatên gerentîkar, ewê wan mijarên hestyar behs bikin û tekeziyê li ser vekirina riyên ewle ji bo sivîlan bike.
Herwiha De Mistura diyar kir, ku niha nema rê li ber operasona Idlibê tê girtin û êrîşa Rûsî- Sûrî li ser wî bajarî, wê bê encamdan, lê tenê ew karin bizavan bikin, ku rêjeya kuştina sivîlan kêm bikin.
N.O