Tirkiyê dê koçberên Îdlibê li Efrîn û Babê bicih bike
Pispor Îbrahîm Varli û Mustafa Pekgoz jî berewajî Bozkir didin zanîn, Tirkiye plan dike ku wan kampên penaberan li herêmê wek kozekê bikar bîne.
K24 – Stenbol
Metirsiya Tirkiyê ya pêk hatina pêla koçeke nû ya di encama operasyona Îdlibê de her bilind dibe. Serokê Komîsyona Derve ya Parlamentoya Tirkiyê Volkan Bozkir dibêje; qeweta Tirkiyê nemaye ku karibe pêleke nû ragire, lewma jî wê Tirkiye deriyê xwe li penaberan veneke û ji bo wan wê di nava xaka Sûriyê de kampan damezrîne. Pispor Îbrahîm Varli û Mustafa Pekgoz jî berewajî Bozkir didin zanîn, Tirkiye plan dike ku wan kampên penaberan li herêmê wek kozekê bikar bîne.
Ji bo Tirkiyê biqasî operasyona li Îdlibê, mijara koçê jî mijareke giring û gelekî krîtîk e. Neteweyên Yekgirtî hîn di 12ê meha Hezîranê de hişyariyek dabû û gotibû; ger li Îdlibê operasyonek dest pê bike wê 2 milyon û nîv kesên medenî berê xwe bidin Tirkiyê. Ji bo vê yekê jî, Tirkiyê ji niha ve dest bi ragirtina bergiriyan kiriye û dixwaze wan kesên ku wê ji Îdlibê koç bikin li Efrîn û El Babê bi cih bike. Serokê Komîsyona Derve ya Parlamentoya Tirkiyê Volkan Bozkir jî, di vê derbarê de ji bo televizyoneke taybet ragihand, ger li Îdlibê proseseke negatîf rû bide, ew ê deriyên xwe li penaberan venekin. Wî got; Tirkiye plan dike ku li nava xaka Sûriyê kampan damezrîne û wan penaberan jî di wan wan kampan de bi cih bike. Pispor Îbrahîm Varli jî dibêje; Tirkiye dixwaze penaberan wek kozekê bikarbîne, li dij Sûriye û welatên Yêkîtiya Ewropayê.
Îbrahîm Varli ji K24ê re wiha axivî: "Tirkiye dixwaze bi rêya wan kampên penaberan ku wê di nava Sûriyê de bi cih bike li herêmê bibe xwedî gotin. Lewma dixwaze wan kapman li nava Sûriyê damezrîne. Bi vê mebestê wê Tirkiye bi rehetî karibe bikeve nava xaka welatekî din. Ew dê penaberan hem li dijî Sûriyê û hem jî li dijî Ewropayê wek kozekê bikarbîne. Berewajî daxuyaniya Neteweyên Yekgirtî tê çaveêkirin kul i dora 700-800 hezar penaber koçî Tirkiyê bikin."
Bi boçûna Pisporê Pêywendiyên Navdewletî Mustafa Pekoz jî, ger ji Îdlibê pêla koçê destpêbike, wê Tirkiye wan penaberan li El Bab û Efrînê bi cih bike. Bi vê yekê jî dixwaze destê xwe li gorî berê xurttir bike, li dijî Suriye, Rûsya û Amerîkayê. Ew dibêje; Tirkiye amanc dike ku di ser El Babê re careke din kêşeya Minbîçê tev bide.
Mustafa Pekoz dibêje,"Bêrê nêzîkî 4 milyon penaberên Sûrî li Tirkiyê bi cih bûn. Ev yek bû meseleyeke mezin. Her pêla koçê bandoreke negatîf dike li ser hikûmeta Tirkiyê. Lewma ji tirsa reaksiyona raya navxweyî, dixwaze pêşî li ber vê yekê bigire. Ya din jî tû bandora Tirkiyê li Sûriyê nemaye. Lewma ew dixwaze bi rêya van kampên penaberan di maseya siyasî ya Sûriyê de cih bigire. Tirkiye dixwaze kesên medenî li Efrînê, çekdaran jî li El Babê bi cih bike. Di vir de jî mebest ew e ku zorê bide Rûsya û Sûriyê da ku bi Artêşa Azad re li hev rûnin."
Ji hefteya raborî ve sewqîyatên Tirkiyê ên leşkerî û konên kampên penaberan ku wê li nava xaka Sûriyê bêne danîn bi gurehî berdewam dikin. Serokê Hîva Sor ya Tirkiyê Kerem Kinik jî ragihand, wan dest bi ragirtina bergiriyên Îdlibê kirine. Ew dixwazin di nava xaka Sûriyê de pêdiviyên penaberan ên di warê tenduristî, star û mirovane de pêşwazî bikin. Ji bo vê yekê jî, wan hejmareke zêde ya konan derbasî başûr kirine. Tîmên wan jî digel ên AFADê binesaziya wan kampan amade dikin.