Rûsya: Berpirsê jihev cudakirin a myanrewan ji terorîstan Tirkiye ye
Rûsya radighîne, berpirsê jihev cudakirina Opozisyona Sûriyê ji teroristan li Idlibê, Tirkiye ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Rûsya radighîne, berpirsê jihev cudakirina Opozisyona Sûriyê ji teroristan li Idlibê, Tirkiye ye.
Nûnerê Serokê Rûsyayê ji bo Sûriyê Aleksander Lavrentiêv piştî civîna welatên garantîker digel şanderê taybet ê Neteweyên Yekgirtî ji bo Sûriyê Stafan diMistûra li Cenêvê ragihand, şerê li dijî rêxistinên çekdar ên li Idlibê tê paşxistin, lê divê ev pirs bê çareserkirin û tekez kir, ew nikarin digel teroristan bijîn, û divê ew bên jinav birin.
Nûnerê Serokê Rûsya ji bo Sûriyê diyar jî kir, parêzgeha Idlibê li jêr berpirsiyaretiya Tirkiyê de ye. Jiber vê yekê, berpirsê jihev cudakirina Opozisyona myanrew ji çekdarên Cebhet elNûsre û grûbên din yên terorî, Tirkiye ye.
C.B