Amerîka dîsa gefan li Îranê dike

Koşka Sipî di daxuyaniyekê de, Îran wek berpirs li ser egera rûdana her kiryarekê li dijî berjewendî û welatiyên Amerîkî li Iraqê dibîne û gefa bersivdanê li Taranê dike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Piştî belavbûna dengoyekê, ku metirsî li ser welatiyên Amerîkî li Iraqê heye, rêveberiya Amerîkî hişyarî da Îranê ji egera encamdana her kiryarekê li dijî welatiyên Amerîkî li nav Iraqê.

Koşka Sipî di daxuyaniyekê de, Îran wek berpirs li ser egera rûdana her kiryarekê li dijî berjewendî û welatiyên Amerîkî li Iraqê dibîne û gefa bersivdanê li Taranê dike.

Ew hişyarî piştî belavbûna çend nûçeyan tê, behsa wê yekê dikin ku di dema 24 demjimêrên derbasbûyî de, 19 nivîsgehên rojnamevanî û 6 rêxistinên biyanî, ofîsên xwe ji tirsa revandinê li Iraqê girtine û berê xwe dane Hewlêrê.

N.O