Sûrya: Em amade ne danûstendinan bi opozisyonê re bikin

Wezîrê derve yê Sûryê Welîd Muelim ragihand, heger destwerdanên derve di nav karûbarên Sûryê de bên rawestandin, ew amade ne li gel dijberyê gotûbêjan bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Wezîrê derve yê Sûryê Welîd Muelim ragihand, heger destwerdanên derve di nav karûbarên Sûryê de bên rawestandin, ew amade ne li gel dijberyê gotûbêjan bikin.

Welîd Muelim di hevpeyvînekê de bi rojnameyeke Rûsî re got: Pirsgirêka me ne bi dijberya Sûrî bi xwe re ye, lê bi aliyan re ye, ku dijberê birêve dibin.

Muelim diyar kir, ku li Sûrya dijberiyeke hevgirtî tine ye û her komek helwest û daxwazên wê ji yên komeke din cuda ne.

Navhatî tekez kir, ku Hikûmeta Sûryê amade ye li gel dijberyê diyalogê bike, lê bi mercê ku destwerdanên derve di nav Sûryê de bên rawestandin.

N.O