Joe Robinson dixwaza alîkariyê ji welatê xwe dike

Welatiyê Brîtanya yê ku li Tirkiyê bi tometa endamtiya YPGê hatibû sizakirin, ji bo alîkariyê bang li rayedarên welatê xwe dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Welatiyê Brîtanya yê ku li Tirkiyê bi tometa endamtiya YPGê hatibû sizakirin, ji bo alîkariyê bang li rayedarên welatê xwe dike.

Jeo Robinson, welatiyê Brîtanya ji beriya salekê di dema bihnvedana Havînê de li Tirkiyê ligel destgirtiya xwe hatibû desteserkirin û beriya du rojan bi 7 sal û 6 meh sizayê hat zîndanîkirin.

Destgirtiya Robînson, Marî Rojkan jî bi tometa bangeşeya YPGê jî hat sizakirin, lê bi merc hat berdan.

Marî Rojkan beşdarî Televîzyona BBC bû û da xuyakirin, Joe Robînson ji rayedarên Brîtanya dixwaze alîkariya wî bikin, bi rayedarên Tirkiyê re bikevin pêwendiyê jiber ku rewşa wî ya zîndanê pir xerab e.

Da zanîn, çar meh di zîndanê de tenê hatiye hîştin û destûr nehatiye dayîn ku kesek jî wî bibîne.

Rojnameya Guardian a Birîtanî, di dema desteserkirina Robinson de, dabû xuyakirin, ku Robinson li Rojava û Başûrê Kurdistanê di nav hêzên Kurdî de maye.

 

S. B