"Rêjîma Sûryê firokeya Rûsî bi mûşekên Rûsî anî xwarê"
Berpirsekî Amerîkî ji kenala CNN re: Firokeya Rûsî bi şaşî ji aliyê mûşekên Sûrî ve hatiye xistin, dema ku ber bi firokeyên Israîlî ve dihatin berdan.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Wezareta berevaniya Rûsya xistina firokeya xwe ji aliyê Artêşa Sûryê ve piştrast kir, ku duh li ezmanê Sûryê li ser Derya Sipî hat xistin û 14 serbazên Rûsî di hindirê wê de jiyana xwe jidest dan.
Berî niha jî Wezareta Berevaniya Rûsya ragihandibû, ku şevê din pêwendiya wê bi firokeyeke serbzaî re, ji corê (Il-20) hat birrîn û 14 serbazên Rûsî di hindirê wê de bûn.
Wezareta Berevaniya Rûsî diyar kir, li ser Derya Sipî û bi dûriya 35 Km ji beravên Sûryê, di heman dema ku 4 firokeyên F16 êrîşî Laziqiyê dikirin, pêwendiya wan bi firokeyê re qut bû.
Herwiha Rûsya diyar kir, ku radarên wan karîn êrîşeke mûşekî li dijî Sûryê, ji keştiya serbazî ya Firensî (Ofrin) ku li nav Derya Sipî ye, tomar bikin.
Ji aliyê xwe ve, her yek ji Amerîka û Firensa tometên Rûsya red kirin û ragihandin ku ti pêwendiya wan bi êrîşa şevê din re, li dijî Sûryê tineye, lê berpirsekî Amerîkî ji kenala CNN re got: Firokeya Rûsî bi şaşî ji aliyê mûşekên Sûrî ve hatiye xistin, dema ku ber bi firokeyên Israîlî ve dihatin berdan.
Di dawîn daxuyanî de, Wezareta Berevaniya Rûsî gotinên wî berpirsê Amerîkî piştrast kir û got: Firokeya me bi sîstema berevaniya mûşekî S- 200 ya Sûrî hatiye xistin, ku berî niha Rûsya ew sîstema mûşekî radestî hêzên Sûrî kiribû.
N.O