Herdu Korya nêzîkî aştiya giştî dibin

Kim Jong Un: Ezê di demeke nêzîk de, seredana Seol bikim û emê rê bidin lêkolînerên navdewletî, daku çavdêriya piroseya hilweşandina dezgehên mûşekî bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Careke din civîneke dîrokî di navber serkirdeyên Korya Bakur û ya Başûr de tê lidarxistin û vê carê encamên balkêş ji wê civînê derketin.

Serokê Korya Bakur Kim Jong Un û hevpostê wî yê Korya Başur Moon Jae in, roja Çarşemê li Pyongyang a paytexta Korya Bakur, di diwemîn roj de civînên xwe berdewam kirin û di encamê de, rêketinek di navbera herdu aliyan de, hat îmzekirin.

Serokê Korya Başûr ragihand, ku komisyoneke serbzaî wê ji herdu aliyan ve were pêkanîn daku danûstendinan bike.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Korya Bakur Kim Jong Un ragihand, ku ewê rê bidin lêkolînerên navdewletî, daku çavdêriya piroseya hilweşandina dezgehên mûşekî bikin û ewê navendên xwe yên etomî bigirin û got jî: Ezê di demeke nêzîk de, seredana Seol bikim.

Bi vê yekê, wê Kim bibe yekem serokê Korya Bakur ku seredana Korya Başûr dike, piştî dehên salan ji şer û nanokî û aloziyan.

N.O