Tirkiye hîna hêzê ber bi Idlibê ve dişîne

Arteşa Tirkiyê ji bo avakirina herêma bêçek, hêzên xwe yên leşkerî li ser sînorê Îdlibê zêdetir dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Arteşa Tirkiyê ji bo avakirina herêma bêçek, hêzên xwe yên leşkerî li ser sînorê Îdlibê zêdetir dike.

Tirkiye rojane wesaîtên leşkerî û tank ber bi sînorê Sûriyê li derûdora Îdlibê birê dike. Ji şeva bûrî heta sibê jî hejmareke zêde tank û topavêjên bi cûreya obûs ji bo sînorê Îdlibê hatin veguhestin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu 2 roj berê gotibû, pêwîst e ew zêdetir leşker bişînin Îdlibê, da ko bikaribin herêma bêçek ava bikin û çavdêriya Îdlibê bikin.

Çend roj in digel hêzên leşkerî yên Tirkiye jî, artêşa Tirkiyê sînorê Îdlibê bi dîwarên betonan jî xurtir dike û blokên beton yên bi 4 metre bilindahî û 12 ton giranî jî li ser sînor tê danîn.

Serokê Rûsya Vladimir Putin û yê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan berî sê rojan li Sochi civînek derbarê rewşa Idlibê lidar xistin û tê de li ser pêkanîna navçeyeke bê çek li Idlibê lihev kirin.

 

S. B