VW jî, ji Îranê derdikeve

Berî niha jî şirketên otombîlî yên mezin wekî: Peugeot, Renault, Citroen û Daimler ragihandibûn ku, bazirganiya ligel Îranê radiwestîn in

K24 – Navenda Nûçeyan

Liser zarê berpirsek Amerîkî, Bloomberg diyar dike ku, bi egera dorpêçên Amerika liser Komara Islamî ya Îranê, şirketa otombilan a mezin Volkswagen ji bazara Îranê derdikeve.

Herweha Balyozê Amerika li Almanya Richard Grenel ragihandiye ku: “Piştî çendîn hevdîtinan birêvebiriya Volkswagen biryar da ye ku, ji bazara Îranê derbikeve û dorpêçên Amerika liser Îranê bipejîrîn e. Em ji vê biryara VW dilxweş in”.

Heta niha ji alî Şirketa VW ve tu daxûyanî, di vê derbarê de nehatine dan.

Berî niha jî şirketên otombîlî yên mezin wekî:  Peugeot, Renault, Citroen û Daimler ragihandibûn ku, bazirganiya ligel Îranê radiwestîn in.

 

 

C.B