Amerîka dixwaze pêwendiyên Rûsya û Çînê têk bide

BBC: Amerîka di wê baweriyê de ye, ku kirrîna çek û berhemên serbazî ji Rûsya ji aliyê Çînê ve, sizayên ku Amerîka li ser Mosko sepandiye, binpê dike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Hikûmeta Çînê girêbestek ji bo kirrîna firokeyên cengî û mûşekên pêşketî li gel Rûsya îmze kir û li ser wê yekê Amerîk dilgiran bû û siza li ser Artêşa Çînê sepand.

Li gorî nûçeyeke kenala BBC, Amerîka di wê baweriyê de ye, ku kirrîna wan çek û berhemên serbazî ji aliyê Çînê ve, sizayên ku Amerîka li ser Rûsya sepandiye, binpê dike.

Di sala 2014an de, bi sedema destwerdana Rûsya di karûbarên Ukrayna de û cudakirina Herêma Kirîmya ji wî welatî, Amerîka û hevpeymanên wê çend sizayên serbazî û abûrî li ser Rûsya sepandin, lê welatê Çînê pêbendî wan sizayan nebûye.

Amerîka vê carê Artêşa Çînî siza daye, ji ber ku 10 firokeyên cengî ji corê Soxoy 35 û keresteyên cuda yên serbazî ji Rûsya kirrî ye.

N.O